Li ser daxwaziya Waşingtonê Serok wezîrê Îraqê serdana xwe dirêjtir kir

Li ser daxwaziya Waşingtonê Serok wezîrê Îraqê serdana xwe dirêjtir kir

Li gorî sekreterê encûmena wezîrên Îraqê, Serokwezîr Mustafa Kazimî daxwazek ji hikûmeta Amerîkî wergirtiye ku serdana xwe bo Waşington dirêj bike.

Li gorî çavkaniyên agahdar, Kazimî Daxwazek ji navend û karbidestên Amerîkî wergirtiye ku serdana xwe li Waşington dirêj bike û bi paşxistina roja vegera xwe, ya ku ji bo êvara 20ê Tebaxê hatbû diyar kirin, Kazimî daxwaza Amerîkayê pejirandiye.

Van çavkaniyan zêde kir ku dirêjkirina serdana Kazimî li ser daxwaza berpirsên kongirêsê û xwestina endam û serokên civata nûneran û hejmarek navendên aborî, lêkolîn û siyasî hatiye pêşniyar kirin, û tê çaverê kirin di civînên nû de Kazimî bi serokê civata nûneran Nansî Plusî bicive.

Ev yek di demekî daye ku Kazimî li gor bernameya kar, wê bi Donald Trump re bicive û li ser mijarên peywendiyên du alî di warê ewlehî, aborî û Tenduristî bi serok Donald Trump re hevdîtinan pêk bîne.

Qesra Spî tekez kir ku serdana Kazimî li demek hesas û li jêr gefên ewlehiyê hatiye encamdan, û mebesta sereke ya vê seredanê, dê pirsgirêkên aborî û mijarên enerjî û weberhênanê bin.

Kazimî li ciyê mayîna xwe li otêlê li Waşingtonê digel Mike Pompeo wezîrê karên derve yên Amerîkayê hevdîtin pêkanî û herdu alî li ser giringtirîn mijara ciyê balkêşana her du dewletan û rêkên berifreh kirina peywendiyên dinavbera Îraqê û Amerîkayê di warên cuda cuda de nîqaş kirin.

Zêdebarî vê yekê, di civînê de têkilîyên aborî û hevkariya di navbera her du welatan de di warê pêşkeftin, weberhênan û pêşîlêgirtina vîrusa Korona de, û her weha hevkariyên du alî di şerê dijî terorê û danûstandinên stratejîk di navbera her du welatan de hatin nîqaş kirin.

Di vê derbarê de, wezîrên berevaniya Amerîka û Îraqê jî li ser hevkariya ewlehiya du alî guftûgo kirin, û girngiya berdewamiya nûavakirina hêzên Îraqî ji aliyê her du aliyan ve hat pejirandin.

Pustên heman beş