Kanala Sky News aşkera kir, ew jina li Besrayê hate kuştin, ji aliyê Îranê ve di lîsteya kirêgirtî û hevkarên Amerîkayê de cîh digirt.
Duh 19.08.2020ê êvari hejmarek çekdarên nenas li ser rêyekî giştî ya Besrayê gulle li jina çalakvan û pizîşk Reyham Yequb berdan û ew kuştin.
Malpera kanala Sky News aşkera kir, berî naha ajansa Mîhr a Îranê raportekî belav kiribû û di wê raportê de hejmarek çalakvanên xwepêşandanên Iraqê wek kirêgirtî û hevkarên Amerîkayê pênase kiribûn û navên wan jî belav kiribûn.
Reyham Yequb a pizîşk yek ji wan 3 jinên çalakvan û pêşengên xwepêşandanên Besreyê bû, bi gulleyên çekdarên nenas ve hat kuştin û berdewam daxwaza rêgirtina li destwerdanên Îranê yên karûbarên navxweyî Iraqê dikir.