Wezîrê Derve yê Îranê namek bo Civata Ewlekarî ya Netewên Yekgirtî şand û tê da got, Amerîka tû maf nine daxwaza vegerandina cizayên Netewên Yekgirtî biser Îranê bike. Li gor malpera wezareta derve ya Îranê, Mihemed Cewad Zerîf got, Amerîka mafê daxwazkirinê li sala 2018 ji dest da li dema xwe ji rêkeftina navokî dinav bera Îran û Welatên hêzdarên cîhanê vekişay.
Her WEHA got, vekêşana yek alî ya Amerîka zêdegavî bû biser biryara NY. Wezîrê derve yê Amerîka Mike Pompeo li roja Pêncşembê bi fermi daxwaza vegerandina tevaya cezayan biser Îranê kir lê hevalbendên Amerîka ragehandin ku pêngava Amerîka ne qanûniye û sernakeve.
Pompeo rijde ko Amerîka mafê vekişanê ji rêkeftinê vegerandina cezayan heye tevî vekêşana wî ji rêkeftina sala 2015 ewa civata ewlehkarîyê pecirandî.
Rêveberîya Serok Donald Trump dixwaze cezayan vegerîne biser Îranê piştî hatin sist kirin bi biryareka NY.
Zerîf da zanîn ko gelê Îranê çaverê dike civata ewlekariyê Amerîka neçar bike berpisyaretîyê helgire û zîyanê negehine gelê Îranê.