Jineka Kurd li bajarê Qamişlo ê Rojava Kurdistanê, xwe û zarokên xwe şewtandin, bi sedema wê yekê ku çekdarên PKK ê xaniyê wê herifandine.
Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî li Rojava Kurdistanê dest nîşan kir, îro roja yekşemî 23/8/2020an, jineka Kurd li sînorê bajarê Qamişloyê agir li xwe û zaroyên xwe berda, paş ku çekdarên PKK ê ji giropa bi navî Ciwanên Şorşeger xanî û bîstanê wê ji nav birîn.
Her wiha eşkere kir, xanî û bîstanê vê jinê bi hênceta wê yekê hatine herifandin ku dokyomentên tapoyê pê nîne.
Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî her wiha dane zanîn ku çekdarên giropa Ciwanên Şorşeger a girêday PKK ê bi fermana Aldar Xelîl ji rojên rabûrî ve bi dehan xanî û bîstanên welatiyên Kurd li sînorê Qamişloyê bi heman hêncetê ji nav birine.