Rêberê Îranê bi bikaranîna iPhonê daxwaza qedexe kirina iPhonê kir

Rêberê Îranê bi bikaranîna iPhonê daxwaza qedexe kirina iPhonê kir

Rûpela twitterê ya rêberê bilindê Komara Îslamîya Îranê, Ayatullah Xameneyî, bi bikaranîna telefonek iPhone axaftinên wî sebaret rexne girtin ji hawirde kirina “Telefonên Pêşketî yên Amerîkayî” ji bo nava axa Îranê parvekir.

Rûpela twitterê ya rêberê Îranê bi zimanê Rûsî, bi bikaranîna iPhone kî twittek parvekir, Xameneyî di vê twittê de hawirde kirina “Telefonên Pêşketî yên Amerîkayî” rexne kir.

Rêberê Îranê, ku bi helkefta hefteya hikûmetê, bi rêya vîdyo konferansê bi civata hikûmetê re peyvî, gilî ji hawirde kirina nîv milyard yoroyî ya telefonên iPhone di sala 2019an de kir, û daxwaz kir rê li vê yekê were girtin.

Malpera aborî Brat News ragihand ku piştî daxuyaniyên rêberê Îranê, bazara telefonan li Îranê rastî aloziyê hat û bihayê çend modelên cudayên markayên iPhonê di navbera 1 heya 3 milyonan de zêde bû.

Rûpela Farsî yê rêberê bilindê Îranê, zûka nivîsa li jêr twittê ku eşkere dike ji iPhonê re weşandiye jê bir, lê wêneyekî vê twwitê, ku di heman demê de li ser rûpela Rûsî ya rêberê Îranê jî hat weşandin, di medyaya civakî de hat parvekirin.

Pustên heman beş