Li Rojavayê Kurdistanê wesayîtên serbazî yên Amerîka û Rûsyayê li hev ketin

Li Rojavayê Kurdistanê wesayîtên serbazî yên Amerîka û Rûsyayê li hev ketin

Berpirsên Amerîkayê ragihandin ku di encama bûyerek hatinûçûnê ya di navbera otomobîlên Amerîkî û Rûsî de, hejmareke serbazên wan birîndar bûne.

Li gor nûçeya ajansa Reutersê, du berpirsên Amerîkî aşkere kiriye ku li Rojavayê Kurdistanê, du otomobîlên serbazî li hev ketine.

Li gor wan berpirsan di encama wê bûyera hatinûçûnê de hejmareke serbazên Amerîkî birîndar bûne.

Her li gor wê nûçeyê wan herdu berpirsan ku navên xwe aşkere nekirine, tekez kirine ku ew bûyereke hatinûçûnê bûye û ti şerek di navbera herdu aliyan de rû nedaye.

Hatiye diyarkirin ku wan berpisan ragihandiye, “Bûyer li bakur rojhilatê Sûriyê çê bû û birîna serbazan sivik e.”

Pustên heman beş