Emerîka: Şengalê destpêke û PKK e li wir namîne

pkk şengal

Wîlayetên yekbûyî ên Amerîkayê li astê beriz derxistina çekdarên Partîya Karkerên Kurdistanê ji Şengalê xwest û ragihand ku ev dever ji bo lihevhatina Başûrê Kurdistanê û Îraqê destpêke.

Cuyî Hod, cîgirê alîkarê wezîrê karên derve ê Amerîkayê bo kar û barên rojhilata navîn di kongireyeke rojnamevanî de xwest, PKK e û mîlîşyayên din ji Şengalê derbikevin û got ku Şengal ciyekî herî başe ji bo dest pê kirina lihevhatina Herêma Başûrê Kurdistanê û Îraqê.

Cêgirê alîkarê wezîrê derve her wiha dest nîşan kir, Şengal navçeyeka girînge û ger ji PKK ê û mîlîşyayan û di nava wan de PKK ê were paqij kirin, wê destpêkeke pir baş be.

PKK ê paş operasyona rizgar kirina Şengalê li wê deverê cî girtîye û bûye sedem ku heya roja me ya îro bi sedan malbatên aware ên Êzidî nevegerin warê xwe, paş bûyerên 16î oktobera 2017an jî PKK ê milê xo da ber milê Heşda Şe’bî  û niha pêkve di Şengalê de ne.

Ev yek li demekî ye, PKK ê çendîn hêz û li jêr navên cuda li Şengalê damezrandine û bi dehan xortên Êzidî revandine, dawî car revandina 70 hemwilatiyên Şengalê bû, wexta ku wan xwepêşandan ji bo derxistina PKK ê kirîn.

Pustên heman beş