Pasdarên rejîma îslamî ya Îranê dîsa kolberên Kurd gulle baran kirin û 2 Kolber bi giranî birîndar bûn.
Pasdarên girêdayî rejîma îslamî ya Îranê êvara roja Eynî 28/8/2020an li sînorên bajarokê Newsed û Serdeştê li Rojhilatê Kurdistanê dîsa komek ji kolberên Kurd gullebaran kirin û di encama gullebaranê de 2 kolberên kurd brîndar bûn. Yek ji van kolberan nerîman subhanî xekê gundê sawlawa li sînorê Kirmanşanê birîndar bû û Kolberê din jî bi navê “Xidir” xelkê gundê “Dawdawudî” li sînorê Serdeştê bi giranî birîndar bûn.
Hat ragihandin ku ev du kolberên Kurd bi merema wergirtina çareseriyên pizîşkî hatîne rewane kirin ji bo navendên tenduristiyê li her du bajarên Merîwan û Serdestê.