Şêwirmendê mezin ê serokê Efganistanê di kiryareke terorîstî de li Kabula paytexta Efganistanê hat hedef kirin û canê xwe ji dest da.
Kanala 1 ya Efganistanê îro roja dûşemî 31/8/2020an da zanîn ku şêwirmendê serokê Efganistanê ê kar û barên civakî û yê giştî Mihemed Hesen Hotak hat kuştin.
Dest nîşan kir ku bûyera kuştinê bi rêya bombeke bi dest çêkirî li şeva derbasbûyî li nêzî mala şêwirmendî li Kabulê çêbûye.
Serokê Efganistanê Eşref Xenî jî ev cînayet şermezar kir û wek karekî terorîstî bi nav kir, Mihemed Hesen Hotak bi mezine şêwirmendê serokê Efganistanê tê hesab kirin.
Tê zanîn li rojên derbasbûyî hejmareke teqînan li Efganistanê çêbûne û bi dehan endamên hêzên ewlehiyê û sivîl têde hatine hedef kirin, bi taybet li wîlayeta Ningirhar a Rojhilata wilat.