Çavkaniyên Sûrî îro roja sêşemê 1/9/2020an ragihandin ku di êrîşa moşekî ya Îsraîlê li ser taxên çekî yên Hîzbollah û rêjîma Esed de li başûrê Sûriyê, herî kêm 11 milîsên girêdayî Îranê û rêjîma Esed hatin kuştin.
Di vê êrîşa moşekî de zêdebarî kuştina milîsên girêdayî Îranê ve hinek milîsên din jî brîndar bûn, her weha zirarên malî yên herî zêde jî bi pêgeh û sitragehên hêzên Hîzbollah û rêjîma esed ketin.
Li gorî rewangeha sûrî ya mafên mirovan, di nava kesên îro hatye kuştin de pênc endamên milîsên girêdayî Îranê ve hene. Her weha, 3 ji qurbaniyên vê bombebaranê hemwelatiyên ne sûrî ne.