Çekdarekî ser bi Tirkiyê ve gefan li malbateke Efrînî dixwe û dixwaze bi zorê bi keça wan re bizewice.
Li Efrînê endamekî berê yê DAIŞê ku niha endamê grûpa Ehrar El-Şerqiyê ye, gefan li malbateke Kurd dixwe û dixwaze bi zorê bi keça wan re bizewice.
Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn – Sûriye ragihand, ku grûpên çekdar hinek malbatên Kurd neçar dikin keçên wan bi zorê bi çekdarên grûpên ser bi Tirkiyê ve re bizewicînin.
Li gorî wî rêxistinê, çekdarê bi navê Raid Emro ku endamê grûpa Ehrar El-Şerqiyê ye, gef li malbateke Kurd xwarin, ku eger keça xwe nedin wî, ew ê wan bikuje, di demekê de ku keçik wî naxwaze û destgirtiya kesekî din e.
Li gorî heman çavkaniyê, ew çekdar endamekî berê yê DAIŞê bû li Dêre Zorê.
Herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê 18ê Adara 2018an di encama êrişeke berfireh de ketibû destê leşkerên Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wî welatî ve.