Hêzên ewlehîya Tirkiyê îro serê sbê 6 çalakvanên Rojava Kurdistanê ku li Stenbolê bûn, desteser kirin.
Li gor agahiyên destê me, îro roja şemî 5/9/2020an, hêzên ewlehîya Tirkiyê li Stenbolê, operasyonek li dijî endamên PKK ê da meşandin, di encamê de 6 çalakvanên soşiyal medyayê ku ji Rojava Kurdistanê ne binçav kirin.
Di vê derbarê de, wezareta karên navxwe a Tirkiyê di beyaneke nivîskî da eşkere kir ku ev kes bi awayekî qaçax derbasî Tirkiyê bûne û her hemû endamên PYD ê û YPG ê a şaxa PKK ê ne li Sûriyê.
Dest nîşan kir, operasyona binçav kirinê li 7 navçeyên Stenbolê pêkhatîye ku hejmareka çekan weke fîşek û sacor û çekê sivik hatine bidest xistin.
Li gor vê beyanê, 2 bergumanan fîrar kirine û ji boy binçav kirina wan jî, operasyona li Stenbolê berdewam dike.