Hêzên leşkerî yên Yewnanîstanê li dijî tevgerên Tirkiyê ketin amadebaşiyê

Hêzên leşkerî yên Yewnanîstanê li dijî tevgerên Tirkiyê ketin amadebaşiyê

Hevdem digel tetbîqatên roja yekşemî 6/9/2020an yên Tirkiyê, bi beşdariya komara Qibrisa Bakur (girêdayî Tirkiyê), Yewnanîstanê hêzên xwe xistin amadebaşiyê de.

Di vê navberê de, çapemeniya Tirkiyê, ku hin ji wan nêzîkê Hukûmeta Erdoganin, tekez dikin ku Enqereyê tank birine ser sînorê Yewnanîstanê.

Çavkaniyên leşkerî yên Tirkiyê nûçeya şandina tankan ji bo ser sînorê Yewnanîstanê red kir û gotin ku veguhastna tankan ji bo wîlayeta “Malatiya” ji berê ve hatîye plan kirin.

Li gorî rojnameya Heberlar a Tirkiyê, du karwanên tankan ji başûrê eyaleta “Hatay”a li ser sînorê Sûriyê derbasî eyaleta “Edirne” ya li ser sînorê Yewnanîstanê bûne.

Serok komarê Tirkîyê Recep Tayîyp Erdogan roja şemiyê hevdem digel dijwar kirina awaza xweya dijî Yewnanîstanê, ev welat bi “ezmûnên bi êş û encamên meydanî û danûstandinên dijwar” tehdît kir.

Wî di axaftineka xwe de ku di merasîma vekirina “Kompleksa Tibî”ya li Stenbolê ku di televizyonê de hat weşandin got. “Tirkiye û gelê wê ji her senaryo û encaman re amade ne”.

Wezîrê karên derveyê Yewnanîstanê jî di germahiya kirîza bi Tirkiyê re, çû New York ê ku bi sekreterê giştî yê neteweyên yekbûîy Antono Guterres re hevdîtinan bike.

Karbidestên Tirk dibêjin ku ewê roja yekşemê (6ê Îlonê) ji bo pênc rojan tetbîqatên leşkerî li deryaya navîn destpê bikin.

Pustên heman beş