Rewangeha Sûrî ya mafên mirovan ragihand ku komek nû ya kirêgiritîyên sûrî yên ser bi Tirkiyê ve wilatê Lîbya terkandin û vegeriyan Tirkiyê piştî xelas bûna peymana beşdarbûna şer di gel hikûmeta Elwîfaqa Lîbî.
Li gorî raporê, koma yekemîna ji 450 kesî pêk tê bi mebesta vegerîne Stenbolê hatîne şandin ji bo balefirgeha navneteweyî ya Moaytiqa ya Terablosa paytexta Lîbyayê.
Rewangeha Sûrî ya mafên mirovan dibêje piştî ku ev hêz digihin bajarê Stenbolê, dê bi merema bicîkirina wan li deverên di bin destê aliyên alîgrên Tirkiyê de ne li beravên Helebê, werin şandin ji bo Sûriyê.
Di vê navberê de, çavkaniyek li bajarê Misrataya Lîbyayê diyar kir ku 109 kirêgiritîyên sûrî bi balefirek Lîbyayê derbasî Tirkiyê bûne.
Li gorî rewangeha Sûrî ya mafên mirovan, heta niha hejmara leşkerên li Lîbyayê hatine bicîkirin 17 hezar û 420 kirêgirtî ne, di nav wan de 350 zarokên bin 18 salî hene.
Heya nuha, nêzîkî 6700 kirêgiritîyên ji komên girêdayî Tirkiyê piştî bi dawî hatina peymanên wan û wergirtina mûçeyên xwe vegeryane Sûriyê, ev yek di demekî daye ku Tirkiye hêj berdewame û bêtir komên kirê girtî dirust dike û wan vediguhêzîne wargehên perwerdehiyê.
Tê zanîn heya nuha jimara şervanên ku ketine Lîbyayê li ser 10000e, nêzîkê 2500 ji wan Tûnisiyên cîranên Lîbyayê ne.