Du sal derbas bûn lê malbatên her du girtîyan hêj ji definkirina wan ne hatine agahdar kirin

Du sal derbas bûn lê malbatên her du girtîyan hêj ji definkirina wan ne hatine agahdar kirin

Duyemîn salvegera darvekirina Zanyar û Luqman Moradî di demekî de tê ku malbatên wan hêj jî li benda nûçeyên cihê definkirina zarokên xwe ne.

Du ciwanên kurd bi tawana dijatî kirina rejêma komara îslamî ya Îranê û bi dadgehek neheq ji hêla dadwer Selevatî ve bi darvekirinê hatin mehkûm kirin. Dozgerê Tehran îdîa kir ku ew du kes endamên Partiya Komele ne û ew bi tawana tevgerîna dijî ewlehiya neteweyî, derbaz kirina neqanûnî ya sînor û hebûna çekan di malê de hatîne tawanbar kirin. Serbarî vane, ew pêş niha bi kuştina rêberê nimêja Eyniyê ê Merîwan ê hatbûn tawanbar kirin, her çend ev îdîa qet li dadgehê nehat îsbatkirin.

Lê belê parêzerê van du ciwanan doza dozger û çalakiya wana siyasî red kir. Wî got ku Luqman pêş niha jî şeş mehan bi tawana piştgirî kirina Partîya Komel ê hatbû hukim kirin, lê piştî serbestberdana wî ew tenê bi karubarên malbatê re mijûl bû û çi çalakiyek wî ya siyasî tunebû. Partiya Komele jî di daxuyaniyekê de endamtiya wan di nava partîya xwe de red kir.

Li dû berteka tund a gel li hember cezayê darvekirina van du ciwanên Kurd de, televizyona Komara Îslamî ya Îranê, bi bikaranîna senaryoya îtîrafên dubare yên bi zorê, vîdyo yek ji van du ciwanan weşand ku tê de ev du ciwane îtîrafê bi kuştina rêberê nimêja Eyniyê ê Merîwanê dikin.

Li dûr weşandina îtîrafên Zanyar û Luqman Moradî de li ser televizyonê, wan du ciwanan nameyek ji raportorê taybetê mafên mirovan li Îranê re nivîsand û diyar kir ku ev îtîrafe di bin îşkenceyê de ji wan hatîne wergirtin û weşandin.

Zanyar got ku lêpirsîneran ew bi destdirêjîya sêksî bi rêka “şûşekirinê” “butilkirinê” tehdîd kirin. Luqman jî bas li îşkenceya di bin çavdêriya ofîsa îstixbarata Sine de kir. Wan heman şirove di nameyekî de ji Sadiq Larîcanî, serokê berê yê dadweriyê re nivîsand. Li gorî qanûnê, îtîraf tenê bi hebûna dadgehek dadperwer û amadebûna dadwer tê pejirandin. Li gorî qanûna heyî ya Îranê jî, pêwîste pêş darvekirinê malbat ji cezayê tawanbar haydar bibe, û parêzerê kesê tawanbar jî dikare di dema darvekirinê de amade be. Lê ne tenê parêzer ne amade bû, belku piştî darvekirinê ji wan re hat gotin ku dê cenaze li goristana “Biheşta Zahra” ya tehranê werin definkirin.

Herçend ku heya niha du sal li ser bi darvekirina van ciwanan re derbas dibe lê heya niha malbatên wan ji cîhê definkirina wan ne hatine agahdar kirin.

Pustên heman beş