Ji ber lehîyan li Sudanê 70 hezar mal di bin avê de man

Ji ber lehîyan li Sudanê 70 hezar mal di bin avê de man

Wezareta karên navxwe ya Sudanê destnîşan kir, ji ber barîna zêde ya baranê li 16 parêzgehên Sudanê lehî rabû û zirar û zîyanek herî zêde bi welatiyên me gihand.

Di berdewamiya daxuyanîya xwe de wezareta karên navxwe ya Sudanê destnîşankir: ji ber baranên ku ji meha Tîrmehê vir ve berdewam dibare li 16 bajaran zêdetirî 5 hezar  mal bi temamî xerab bûn û 70 hezar mal jî di bin avê de man û heta niha 102 kes jî ji ber lehîyan canê xwe ji dest daye.

Berdewamîya barîna baranan li Sudanê  bûye sedema blind bûna asta çemê Nîlê ji bo nêzî 18 metroyan.

Pustên heman beş