Serok wezîrê Îraqê îro seredana Hewlêrê kir, yekem civîna Kazimî li gel serokê Partîya Demokrata Kurdistanê bû, Kazimî wê seredana Silêmaniyê û Dihokê jî bike.
Îro roja pêncşemiyê 10/9/2020an, Mistefa Kazimî serok wezîrê Îraqa federal bi seroktîya şandekî giha Hewlêrê paytexta Başûrê Kurdistanê, li balefirxaneyê Kazimî ji bal Mesrûr Barzanî serok wezîrê hikûmeta Başûrê Kurdistanê, hat pêşwazî kirin.
Yekem civîna Kazimî li gel serok Mes’ûd Barzanî serokê Partîya Demokrata Kurdistanê bû ku di vê civînê de, dawî pêşhat û guherînên Îraqê û navçeyê tên danustendin kirin.
Şanda hikûmeta Îraqê, ji her yêk ji wezîrên derve, bergirî, petrol û koç û koçberan û hejmareke berpirsiyarên din pêkhatîye.
Tê pêşbînî kirin Mistefa Kazimî seredana parêzgehên Dihok û deriyê sînoriyê yê Îbrahîm Xelîl bike, hem wext seredana parêzgeha Silêmaniyê.
Li 8 vê mehê şanda hikûmeta Başûrê Kurdistanê bi serokatîya Qubad Talebanî cêgirê serok wezîrê Başûrê Kurdistanê serdana Bexdayê kir û danustendinên çareser kirina pirsgirêkên nêvbera Hewlêr û Bexdayê berdewam kirin.