Serokê Firansayê Emanuel Macron roja pêncişemî 10/9/2020an tekez kir “divê em bi Erdogan re bi biryar tevbigerin”.
Makron amaje bi kiriyarên îstîfzazî yên Tirkiyê li rojhilata deryaya spî, wî destinîşan kir ku divê Enqere rêzê li serweriya Ewropa û qanûna navneteweyî bigre ji ber ku xetên sor diyarin.
Li gorî Macron, lûtkeya îro ya serokên heft welatên yekîtiya Ewropa ya li ser rewşa nuha ya li rojhilata deryaya spî wê ji bo peydakirina helwestek hevpara yekîtiya Ewropa ya li dijî Tirkiyê bixebte.
Têkilyên di navbera Tirkiye û yekîtiya Ewropî de ji ber gelek mijaran aloz bûne, di nav wan de lêgeryana neft û gazê li rojhilatê deryaya spî, ku di navbera Enqerê ji aliyekê ve û ji aliyê din dinavbera Qibris û Yewnanîstanê de ku du endamên yekîtîya Ewropayê ne alozî çêkirîne.
Makron bang li Ewropa kir ku bi rengek yekgirtî û eşkere li dijî Tirkiyê baxvin, ku êdî wekî hevkar nayê hesbandin.