Bombeke çandî îro bi karwanekê erebeyên hêzên Hevpeymanêtîya Navdewletî ve li îraqê teqîya, bi wê sedemê kesek birîndar ket, Hizbulla a Îraqî bi encamdana teqînê sûçbare.
Navenda medyaya şer a Îraqê di daxuyaniyekê de diyar kir ku îro roja yekşemî 13/9/2020an, li gundekî girêday parêzgehîya Selaheddînê, bombeyeke çandî bi karwanê hêzên Hevpeymanêtîya Navdewletî ve teqîya.
Li gor daxuyaniyê ev karwana Hevpeymanan, leşkirî bû û alîkariyên locisiîk vedguhastin.
Di encama teqînê de, hajovanê erebeya Hevpeymanan ku hemwilatîyekê Îraqî ye birîndar ket û zirar bi karwana erebeyan ketîye.
Ji destpêka sala 2020an ve, li Îraqê êrîşên ser hêzên Amerîkî û Hevpeymanan zêde bûne, Hizbulla a Îraqî bi van êrşan tê tewanbar kirin.