Mike Pompeo wezîrê karên derve yên Amerîkayê îro roja yekşemî 13/9/2020an ragihand ku ew dê berdewam banga yekîtiya Ewropî û welatên Ewropî bike ku Hîzbullah rêxistinek terorîstî ragihînin an wê bi tevahî qedexe bikin.
Wî di daxuyaniya ku li ser malpera wezareta karên derve hat weşandin de got ku wîlayetên yekbûîy pêşwaziya biryara komara Sirbistanê dike ku têde Hîzbullahê bi rêxistinek terorîstî binav dike.
Wî her weha ragihand: “bi terorîst ragihandina Hîzbullahê ji hêla Sirbistanê ve pêngaveke din a girînge ji bo dijderketina şiyana vê grûpê ku li bin piştgiriya Îranê de li Ewropayê kar dike”.
Li gorî Pompeo, Hîzbullah berdewame di plan danîna êrîşên terorîstî û kirîna teknolojiya leşkerî û komkirina dirav li Ewropayê.
Wezîrê karên derve yê Amerîkayê got ku wîlayetên yekbûîy dîsa ji yekîtiya Ewropayê û welatên Ewropî dixwaze ku vê rastiyê bipejrînin ku Hîzbullah bi temamî (rêxistinek terorîstî)ye û ti cudahiyê di navbera şaxa wê ya siyasî û leşkirî de nekin.
Wezareta derve ya Amerîkayê bang li hemî welatan kir ku tedbîrên pêwîst bigirin da ku Hîzbullah çalakiyên xwe berdewam neke û nûner û piştgirên xwe li hundur û derveyî Libnanê bide sekinandin.