Li vê deverê 3 gerîla hatin kuştin

Li Colemêrgê sê gerîla hatin kuştin

Wezareta karên navxweyî ya Tirkiyê îro roja Sêşemî 15/9/2020an ragihand ku di operasyona îldrim-2 da li dorbera Colemêrgê 3 gerîlayên Partiya Karkerên Kurdistanî kuştine.

Di daxuyaniya Wezareta Karên Navxweyî ya Tirkiyê de hat eşkerekirin ku di operasyona îldrim-2 da ku yekîneyên fermandariya cendirmeyan ya Colemêrgê û gundparêz beşdar bûn li dorbera Colemêrgê 3 gerîlayên PKK ê hatin kuştin.

Ji aliyê xwe ve navenda medya û çapemeniyê ya HPG ê jî îro di daxuyaniyeke nivîskî da Eşkere kir, gerîlayên HPG ê û YJA-STAAR ê li Gevera navçeya Colemêrgê çalakî encam dane û zirarên pir mezin bi ‘eskerên Tirk xistine.

Dest nîşan kir, di çalakiyê da, 7 ‘eskerên Tirk hatine kuştin 1 jê paye blinde.

Pustên heman beş