Dîplomatek Brîtanî bi veguhastina zanyariyên nepenî yên saziyên Ewropayê ji bo Çînê û wergirtina hezaran Euro hate tawanbarkirin.
Tê gotin ku lêpirsîna li ser Frazer Kameron, dîplomatê berê û rêveberê niha yê senterê yekîtîya Ewropayê û Asyayê li Birokselê, ku tê îda kirin ku wî jibo Çînê sîxurî dikir, didome.
Li gorî rojnameya San a Brîtanî, Dezgeha Îstixbarata Navxweyî ya Brîtanî MI5 û polîsên Belcîka guman dikin ku Kameron bi hezaran Euro ji bo veguhastina zanyariyên nepenî yên siyasî û aborî yên saziyên Ewropa bo Çînê stendîne. Hetta rayedarek Komîsyona Ewropî îdîa kir ku Kameron pir nêzîkê Pekînê ye.
Kameron, ku 14 salan di Komîsyona Ewropî de xebitî, hemî tohmetên li dijî xwe bi bêbingeh û pûç binav kirin û red kir û got: “heke hûn tenê deqîqeyekê li ser van îdîaya bifikirin, hûnê bizanin ku ew bi rastî bêmane ne.
Kameron got ku wî di çerçova karê xwe yê li navenda yekîtiya Ewropa-Asyayê de, bi Çînê re gelek têkilî hene. Wî lê zêde kir: “ez 15 sal berê ji karê fermî teqawît bûm û nikarim bigihim ti zanyarîyek hestiyar.
Wî tekez kir ku tenê budceya ku ew ji Çînê werdigire “alîkariya diravî a salane ya hindike” ku ji şandeya dîplomatîka Çînê di yekîtîya Ewropayê de ji bo rûmalkirina bûyerên têkildarî têkilîyên Ewropa û Çînê distîne.
Ropela Amerîkî ya bi navê Poletîko Raporek belav kirîye û têde raghandiye, sîxurî li gorî qanûnên Belcîka ne tawane, lê Biroksel li ser fikarên ku dibe Kameron bibe gef li ser karbidestên Ewropî lêpirsîn da dest pê kirin. Ger dozger bixwazin li dijî Kameron dozên rast bişopînin, ewê hewce bibin ku bingehek din ê tawanbar kirinê bibînin.