Çîçek Kobanî îro tê dadgeh kirin

Çîçek Kobanî îro tê dadgeh kirin

Sêyemîn rûniştina dadgeh kirina Çîçek Kobanî keçe Şervana Rojava Kurdistanê ku di êrîşa Tirkiyê de bi birîndarî ketibû destê komên çekdaran, îro li bajarê Ruhayê tê kirin.

Li gor agahiyên destê me, îro roja sêşemî 22/9/2020an, li bajarê Ruhayê yê Bakurê Kurdistanê, rûniştina dadgehê ji bo melefa Çîçek Kobanî, keça Şervana Rojavayê Kurdistanê birêve diçe ku piştî birîndar kirina wê ji aliyê çekdarên Sûrî yên ser bi Tirkiyê ve radestî Tirkiyê hatibû kirin.

Dadgeh kirina “Dozgîn Temo” ya bi kod navê “Çîçek Kobanî” li dadgeha cezayên giran ya Ruhayê birêve diçe.

Çîçek Kobanî di êrîşa artêşa Tirkiyê de li ser Rojavayê Kurdistanê li roja 21ê cotmeha 2019an li gundê Mişêrfe girêday bajarokê Eyn Îsayê li bakurê Sûrya bi birîndarî ketibû destê giropên opozisyona Sûrya ku Tirkiye alîkariya wan dike.

Di wê demê belavbûna dîmenê desteser kirina Çîçek Kobanî bibû sedema gelek karvedanan.

Çîçek Kobanî di girtîgeheke Ruhayê de hatiye zîndan kirin û parêzerê wê Hdayet Enmek dibêje, dema girtina wê ne zelale, vekirina wê doze li ser Çîçek Kobanî binpêkirina maddeya 302 ya cezayên Tirkiyê ye û dibêje, Çîçek Kobanî ne li gor yasayan hatiye desteser kirin û ti belgeyek nîne îspat bike ku di dema desteser kirina wê de wê tawan li dijî Tirkiyê kirbe.

Pustên heman beş