Êvara îro roja çarşemê 23.09.2020an teqîneke terorîstî karwanekî hêzên hevpeymaniya navdewletî li parêzgeha Selehedîn a Iraqê kir armanc.
Çavkaniyeke asayîşê da zanîn karwanekî hevpeymaniya navdewletî ya li dijî DAIŞê li ser parêzgeha Selahedîn a Iraqê hatiye armanckirin.
Ligor çavkaniyê ti zirara canî çênebûye û teqînê bi tenê zirar daye otomobîleke hevpeypeymaniyê.
Cihê behsê te çendîn care bi heman awayî hêzên hevpeymaniya navdewletî ya li dijî DAIŞê tê armanckirin. Herwiha bi heman awayî mûşek arasteyî balafirxaneya navdewletî ya Bexdayê tê kirin.