Wezîrê derveyê Sûriyê ragihand, Tirkiye piştevana sereke a terorê ye û pêwîste rê li himber karên wê ên deryasayê bê girtin.
Welîd Mu’elim wezîrê derveyê Sûriyê di gotara xwe de li hember komeleya giştî ya Netewên Yekbûyî de, rexneyên tund li Tirkiyê girtin û got: Rejîma niha a Tirkiyê li derveyî yasaya navdewletî kar dike û divê rê li ber wan siyaset û karê wê bê girtin, ku gefan li ser asayîş û aramiya navçeyê çê dike.
Herwiha dest nîşan kir, hinek alî hene piştevanîya terorê dikin, û terorîstan ji navçeyekê dibin navçeyeke din û ji welatekî bo welatekî din û rê ji bo hatina bi hezaran terorîstan xweş kirine û hemû awayên piştevaniyê didin giropa Bereya El-Nusre.
Welîd el-Mu’elim got: rejîma Tirkiyê weberhênanê di terorê de dike û piştvaniyê lê dike û wê bihêz dike, Tirkiyê her tişt xistîye jêr berjewendiya ajandayên xweyên gumanbar, bê guman dema behsa piştîvanî û peredarkirina terorê dibe, rejîma Tirkiyê li pêş hemûyan tê, rejîma Tirkiyê piştîvanekî sereke yê terorêye li Sûriyê û navçeyê.