Qûnaxa yekê ji komên çeteyên girêday Tirkiyê, îro gihîştin Azerbîcanê ji bo ku di şerê li dijî Ermenistanê de werin bikaranîn.
Nerîngeha Sûrî a mafên mirovan eşkere kir, îro roja yekşemî 27/9/2020an, qûnaxa yekê ji komên çekdar û mîlîşyayên girêday Tirkiyê ji herêma Efrînê a rojava Kurdistanê hatin veguhastin ji bo Azerbîcanê ji bo ku di şerê li ser herêma Karabaxê de werin bikaranîn.
Nerîngeha Sûrî dibêje: Ev komên çeteyan ji pal hikûmeta Enqerê ve hatine veguhastin û gereke din ya çeteyan niha amadekarîyan dikin ji bo ku ew jî derbasî Azerbîcanê bibin.
Li gorî nerîngeha Sûrî ya mafên mirovan piranîya çekdarên ku ji bo Azerbîcanê hatine veguhastin ji giropa Sultan Muradn, ev girop bi stema xwe herî nasiyare û dehan komkujî û qetil’am li Efrînê pêkanîne.