Li gorî karbidestên Ermenî, pevçûnên leşkerî yên gran di navbera hêzên Ermenî û Azerbaycanê de ku roja yekşemê 27/9/2020an li herêma Qerebaxa di bin kontirola Ermenî de derket, didome, bi kêmî ve 16 leşkerên Ermenî hatin kuştin û zêdetirî 100 leşker jî brîndar bûn.
Di vê navberê de, Azerbaycanê kontirola xwe li ser deverên stratejîkên li Qerebax-ê ragihand.
Wezîrê parastinê li Qerebax ragihand “li gorî agahîyên pêşîn, di pevçûnan de 16 leşker hatine kuştin û ji 100î zêdetir jî brîndar bûn”.
Li aliyek din, alîkarê serokê Azerbaycanê Hekmat Hajiyev tekez kir ku parlamentoyê lihev kir ku li hemû deverên welêt rewşa leşkerî ragihîne û roja yekşemê27/9/2020an qedexeya derketina derve pêk bîne.
Azerbaycanê îro jî ragihand ku wan di dema şerekî gran li devera Qerebaxê şeş gundên Ermenî li vê deverê dagir kirine.