Îro roja duşemî, 28/9/2020an, li pey êrîşek roketî li ser balafirgeha navneteweyî ya Bexdayê heft kesan canê xwe ji dest da û hejmarek zêde jî birîndar bûn.
Di encama wê êrîşê de ji sercema çendîn roketan du roketên katyuşa ku arastey balafirgehê hatbûn kirin li xanîyek nêzî balafirgehê ketin û di encam de 7 kes hatin kuştin.
Zafer El’anî, endamê parlemanê Îraqê, got: “çekên pêşketî yên ku komên çekdar ragihandî bi destê me gihiştîne, îro li dijî balafirgeha Bexdayê hatîne bikaranîn û di encam de malbatek û hejmarek zarok bûn qurbanî.”
Ev êrîş di demekî de ye ku fermandarê milîsên Elnuceba Ekrem Elke’bî roja yekşemê gef kirbû ku dê balyozxaneya wîlayetên yekbûîy li Bexda bi çekên pêşketî yên ku ketîne dest grûpên ser bi Îranê ve were hedef kirin.