Balefirên Tirkiyê gundê Guherzê bordoman kir

Balefirên Tirkiyê gundê Guherzê bordoman kir

Balefirên ceng ên dewleta Tirkiyê îro careke din li gundên Başûrê Kurdistanê êrîşî PKK ê kir û gundekê sînorê parêzgeha Dihokê bordoman kir.

Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî li Başûrê Kurdistanê eşkere kir, îro roja sêşemî 29/9/2020an, balefirên ceng ên dewleta Tirkiyê liv û tevgerên PKK ê li bilindahiyên çiyayê Guherzê hedef kirin û hejmareke mûşekan li serê çiyayê navbûrî dane.

Dest nîşan kir, balefiran li demjimêr 10:00 heya 10:25 xulek yê sibê, 4 mûşek li xalên PKK ê li serê çiyayê Guherzê ku dikeve Bakurê gund dane.

Li gor dîmenên van êrîşan ku ji bo pêgeha me hatine şandin, domaneke mezin li ciyê ketina mûşeka li serê çiyayê Guherzê xweya dibe.

Tê zanîn gundê Guherzê girêday navçeya Dêralokê ye li devera Nihêlê, bi sedema hebûna PKK ê li bilindahyên çiyayê Guherzê, aqarê gund û çiyayê gund bi berdewamî dikevin ber êrîşên balefirên Tirkiyê.

Ji destpêka êrîşên dewleta Tirkiyê li ser Başûrê Kurdistanê ku li naverasta meha xizîrana îsalê dest pê kirbû, PKK ê livînên Gerîlayên xwe xistine nava gund û sînorê bajarokan, PKK ê yek amanc ji vê hengavê heye, ew jî Gerîlayên xwe ji êrîşên dewleta Tirkiyê biparêze, hem wext gundên Başûrê Kurdistanê bibin meydana şer û ji hemwilatîyan werin vala kirin.

Pustên heman beş