9 şivanên pez hatine kuştin

9  şivanên pez hatine kuştin

Komên çekdarên girêday Îranê, komkujîyek li dorbera bajarê Hemayê kir û 9 şivanên pez dan ber gulleyan û kuştin.

Nerîngeha Sûrî yamafên mirovan îro roja çarşembê 30/9/2020ê eşkere kir, Çekdarên mîlîşyayên ser bi Îranê ve komkujiyek li biyabana Sûriyê kir û 16 şivanan bi guleyên rasterast dikujin û birîndar dikin.

Dest nîşan kir, ev Bûyer li biyabana Hemayê çêbûye, dema şivanan pezên xwe diçêrandin, çekdarên mîlîşyayên ser bi Îranê ve gule li wan reşandin.

Diyar kir jî, di encamê de 9 şivan hatin kuştin û 7 şivan jî birîndar bûn, Rewşa birîndaran giran e.

Ev ne cara yekem e, çekdarên ser bi Îranê ve şivanan li beyabana Sûriyê armanc digirin. Di 16ê Tebaxa bûrî jî, çekdaran 4 şivan li rojhilatê Reqayê kuştibûn û pezên wan dizîbûn.

Pustên heman beş