Berpirsekê wezareta bergiriyê a Amerîkayê li derbara êrîşa mûşekî a şeva derbasbûyî li ser Hewlêrê a paytexta Başûrê Kurdistanê daxuyanî da.
Tora medyayî ya CNN ê ji zarê berpirsekê Pêntagonê veguhastîye ku mûşekên li şeva derbasbûyî arastey Hewlêrê hatine kirin, heman ew mûşekin ku li navçeyên din ên Îraqê ji bo êrîşa ser hêzên Amerîkayê hatine bikaranîn.
Dest nîşan kir, 3 mûşek li nêzî bingeheka serbazî a Hevpeymanîya Navdewletî ketine û ti zirarek li pey nehatîye
Li şeva derbasbûyî 6 mûşek arastey balefirxaneya Hewlêrê hatine kirin, sazîya Dije Terora Başûrê Kurdistanê her di zû de wêneyên wê otombêlê parve kirin ku mûşek jê hatine araste kirin û dest nîşan kir ku êrîş ji gundekê Bertilayê li deşta Neynewayê ji pal mîlîşyayê Heşda Şe’bî ve hatîye encam dayîn.
Mesrûr Barzanî serok wezîrê Başûrê Kurdistanê li derbara êrîşê got ku Başûrê Kurdistanê wê bersiveka dijwar ji boy her hewleka têkdana aramiya Kurdistanê hebe û di pêwendîyeke têlefûnî da li gel Mistefa Kazimî yê serok wezîrê Îraqê xwest hikûmeta federal rêkarên bigre ber.