Êmintirîn dewleta cîhanê Patryot û F35 kirîn

Êmintirîn dewleta cîhanê Patryot û F35 kirîn

Êmintirîn dewleta cîhanê sîstema bergirîya asîmanî a bi navê Patryot û balefirên ceng yên ji corê F18  û F35 ji wîlayetên yekbûyî ên Amerîkayê kirîn.

Ajansa hemahengîya ewlehî û bergiriyê a Amerîkayê di ragihandinekê de eşkere kir, Amerîkayê rezamendî ji bo frotina 40 balefirên ceng yên ji corê 40 F18 û 40 balefirên ji corê F35 bi dewleta Siwîsrayê nîşan daye.

Hem wext sîstema bergirîya asîmanî ya bi navê Patryot PAC-3 wê bi dewleta Siwîsrayê were dayîn.

Ajansa hemahengiyê dest nîşan kir ku ev hevbesta firoştina çekan bi dewleta Siwîsrayê wê bibe sedema bihêz kirina ewlehîya vê dewletê ku bi dosteke girîng a Amerîkayê tê hesab kirin.

Tê zanîn û li gor agahiyên ajansa hemahengîya ewlehî û bergiriyê ya Amerîkayê, dewleta Siwîsrayê ev çek bi qasî 16 milyar dolaran ji Amerîkayê kirîne.

Pustên heman beş