Hikûmeta Almanyayê dixwaze Hizbulah a Libnanê bêxe di lîsta terorê ya Yekîtîya Ewropayê de û xebatên xwe ji bo vê amancê dest pê kirine.
Pêgeha Dêrşpêgil a Almanî eşkere kir, tenê balê leşkirî ê Hizbulah a Libnanê niha di lîsta terorê a Yekêtîya Ewropayê de cî digre, lê belê hikûmeta Almanyayê dixwaze hizb bi tevahî, bikeve di wê lîstê de.
Li vê derbarê de, şêwirmendê wezareta karên navxwe a Almanyayê Hani’s Cork Angelic tekez kir ku Hizbulah rêxistineke terorî ye, lewma dibe bi tevahî wate balê wê ê siyasî û leşkirî bikeve di lîsta terorê a Yekêtîya Ewropayê de.
Dest nîşan kir, Almanya ku niha seroka demkî a Yekîtîya Ewropayê ye, xebatên xwe ji boy wê yekê dest pê kirine ku Hizbulah bikeve di lîsta terorê a Yekîtîya Ewropayê de.
Tê zanîn heya niha Firensa li dijî wê hengavê di sekenî û nedixwest Hizbulah bikeve di lîsta terorê de, lê belê paş teqîna Beyrotê û rexne girtina Emanuel Makron ji bo Hizbulahê, dibe Firensa niha piştgiriyê li vê hengava Almanyayê bike.