Macron: Mîlîtanên Suriyeyî şandine Qerebaxê

Macron: Mîlîtanên Suriyeyî şandine Qerebaxê

Serokê Firansayê Imanol Makron, îro roja pêncişemî ragihand, wan “zanyariyên herî deqîq” hene, ku tekezê li ser hebûna çekdarên Sûrî li bajarê Qerebax dike, her weha dibêje ku ev çekdar ji bal Tirkiyê ve hatîne şandin ji bo vî bajarî.

Piştî gihîştina serokê Firansayê ji bo Birokselê bi merema beşdarîkirin di lotkeya Ewropayê de, Makron ragihand: “zanyariyên herî deqîq di dest me de hene, amaje bi vê yekê dikin ku çekdarên sûrî qadên şer li Xazîentabê bicî hiştine û ber bi qadên şer li Qerebaxê çûne”.

Serokê Firansayê her weha ragihand jî: “ev kareke pirr xetere, emê di çend saetên bihêt de bas bikîn”.

Ji aliyê xwe ve koşka serokatiya Rûsyayê jî, a berniyas bi kremlin, ragihand, belavekirina çekdarên Sûrî û Lîbî li herêma Nagorno Qerebax “pir bi xetere”.

Kremlin, Tirkiyê bi vê yekê tawanbar dike ku çekdaran li sûryê û Lîbyayê ji bo piştevaniya supayê Azerbaycanê li dijî Ermînyayê dişîne. Wezareta derve a Rûsyayê jî di daxuyaniyekê de axaftinên koşka kremlin tekez kirin ku çekdarên ne qanûnî hatîne şandin ji bo herêma Qerebaxê.

Rûsyayê daxwaz ji wan aliyên şer li ser herêma Qerebaxê dikin kir ku xwe li bikaranîna çekdarên ne qanûnî biparêzin.

Tê zanîn ev dema 5 rojane şer dinavbera Azerbaycanê û Ermînyayê li ser herêma Qerebaxê derketye û heya niha jî berdewame, herçend ku hinek hewlên siyasî hene ji bo rawestandina şer û destpêkirina giftûgoyan.

Pustên heman beş