Li ser Karabaxê şer li enIyên bakur û başûr dijwar dibe

Li ser Karabaxê şer li enIyên bakur û başûr dijwar dibe

Şerê li ser herêma Karabaxê ji herdû eniyên bakur û başûr dijwar dibe, wezareta bergiriyê a Ermenistanê eşkere kir, Azerbîcanê hêzeke zêde li xeta temasê kom kirîye.

Berdevka wezareta bergirîya Ermenistanê Şoşan Stîbanyan îro roja şemî 3/10/2020an eşkere kir, Azerbîcanê hêzeke herî zêde li eniyên bakur û başûr ên herêma Karabaxê û xeta temasê kom kirine û şerek dijwar îro dest pê kirîye.

Dest nîşan kir, arteşa Ermenistanê bergirîyeke bê hempa dike û rê li pêşvehatina arteşa Azerbîcanê girtîye.

Li derbara zirarên 24 demjimêrên rabûrî, Stîbanyan got ku wan 3 balefirên ceng ên Azerbîcanê têkşikandine.

Li alê din her îro wezareta bergirîya Azerbîcanê eşkere kir, hêzên wan dest danîye ser hejmareke nuqteyên arteşa Ermenistanê li xeta temasê li herêma Karabaxê û ew der paqij kirine.

Herweha li derbara zrarên ermenistanê got tenê îro wan hejmareke ‘eskeran û alavên leşkirî ji nav birne.

Pustên heman beş