Serok komarê Tirkiyê îro gefa êrîşeka nû li ser Rojava Kurdistanê kir û got: “Yan ew herêmên terorê dê weke ku soz bi me hatîye dayîn bên paqij kirin, yan jî emê biçin vê yekê bikin”.
Receb Teyb Erdogan îro roja şemî 3/10/2020an, bi rêya vîdyo konferansê beşdarî merasîma vekirina bendav û hejmareke saziyên din bû û gotarek pêşkêş kir.
Erdogan amaje bi pêşhat û aloziyên li navçeyê kir û got: “Tirkiye tevî ku di navenda kirîzên cîhanê de cih digre, karî li ser lingan bimîne û ev yek jî girêda bi jêrxaneya başa di her warî de”.
Serokomarê Tirkiyê careke din rêveberiyên li bajarên Kurdî li Rojavayê Kurdistanê wek korîdora terorê bi nav kir û got: “Me ew korîdor hilweşand û nîşan da ku birayên meyên Sûrî ne bi tenê ne”.
Her wiha Erdogan gefa êrşeke nû bo ser Rojavayê Kurdistanê xwar û got: “An ew herêmên terorê dê wek ku soz bi me hatîye dayîn bên paqij kirin, yan jî em dê biçin vê yekê bikin”.