Kogeheka çekan a hêzên Pêşmergeyên Başûrê Kurdistanê, îro teqîya û bi wê sedemê Pêşmergeyek bi sivkî birîndar ketîye.
Îro roja yekşemî 4/10/2020an, li bajarê Silêmaniyê li nêzî navçeya Tasloce, kogeheka çekan a lîwaya 140 a girêday yekeya 70 a hêzên Pêşmergeyan teqîya, bi sedema teqînê şewat li hinek jûrên wê kogehê derket.
Çavkaniyên xwecihî dest nîşan kir, bi sedema teqînê yek ji Pêşmergeyên lîwaya 140 ê birîndar ketîye, lê belê birîna wî sivke.
Li vê derbarê de, berdevkê yekeya 70 ya hêzên Pêşmerge Ehmed Letîf ji bo medyayê daxuyanî da û dest nîşa kir ku teqîn di kogeheke lîwaya 140 de çêbûye û lêkolîn wê were dest pê kirin.