Ji dema tevlî kirina wan di nava şer de û heya roja me ya îro, 72 çekdarên Sûrî yên girêday Tirkiyê, di şerê Azerbaycan û Ermenistanê de hatine kuştin.
Nerîngeha Sûrî ya mafên mirovan îro roja yekşemî 4/10/2020an amara zirarên canî yên mîlîşyayên Sûrî eşkere kir ku di şerê Karabaxê de hatine kuştin.
Ji dema dest pê kirina şer û tevlî kirina komên çekdarên Sûrî, 72 çekdar bi destê arteşa Ermenistanê hatine kuştin.
Li gor nerîngeha Sûrî ya mafên mirovan, hikûmeta Tirkiyê dê hejmareke din ya çekdarên Sûrî ji bo eniyên şer derbasî Karabaxê bke.
Li gor amarên nerîngeha Sûrî, ji destpêka şer û heya roja me ya îro, 1200 çekdarên Sûrî yên girêday Tirkiyê bi rêya balefirxaneya Dîlokê ji bo eniyên şer li Karabaxê hatine veguhastin.