Hejmara qurbaniyên teqîna şeva derbasbûyî ya bajarokê Babê yê bakurê Helebê ji bo 10 kuştî û birîndaran zêdebû û piranîya kuştîyan polîsên girêday Tirkiyê ne.
Nerîngeha Sûrî ya mafên mirovan îro roja yekşemî 4/10/2020an eşkere kir, bi sedema teqîna erebeyeka mayîn kirî li şeva derbasbûyî li navenda bajarê Babê yê bakurê Helebê 10 kes hatine kuştin û birîndar kirin.
Dest nîşan kir, ji ber ku ev teqîn li nêzî nuqteyeka polîsan çêbûye, lewma kuştî û birîndar piranî jê ji polîsên girêday Tirkiyê ne.
Nerîngeha Sûrî her wiha diyar kir, birîna hejmareke birîndaran girane lewma dibe hejmara kuştîya bêhtir bibe.