Îranê ragihand ku hemû geştên asîmanî yên ji Iraqê bo Îranê betal kirine. Ev biryar dê heya demeke nediyar bidome.
Serokê Rêxistina Balafirên Sivîl a Îranê Êrec Dehqanî got: “Ji îro (4’ê Cotmehê) ve biryar hatiye dayîn ku destûrnameyên firînên hewayî yên Iraqê ji bo demek nediyar bên betalkirin.”
Hat diyarkirin ku sedema vê biryarê binpêkirinên kompaniyan in. Biryar ew bû ku balafir hemwelatiyên herdu dewletan û xwediyên vîzeyên dîplomatîk siwar bikin. Lê ev biryar hatiye binpêkirin.