Sekreterê giştî yê Hevpeymanêtîya Bakurê Etlesî NATO, Yênis Stoltenberg îro serdana Enqerê dike û dê destpêkê li gel wezîrê derveyê Tirkiyê, piştre jî li gel berpirsên din ên Tirkiyê bicive.
Li gorî agahiyên ku hatine belav kirin, Stoltenberg dê aloziyên li derya ya Sipî û Ege yê li gel berpirsên Tirkiyê gotûbêj bike, Stoltenberg dê ji bo rojekê li Tirkiyê bimîne û piştre roja sêşemê dê biçe Yewnanistanê û li gel berpirsên wî wilatî jî bicve.
Piştî civîna Tirkiyê û Yewnanistanê ya roja 10î lona rabûrî ku li baregeha NATO li Brukselê hatbû encam dayîn, rêkkeftin li ser nexşerêyekê hatbû kirin ku mekanîzmek ji bo kêmkirina aloziyên li deryaya Sipî û Ege yê bihê danîn.
Tirkiye û Yewnanistan razî bûne bi mekanîzmayeke nû ya NATO yê, ji bo rêgrîkirina li ber zêdebûna aloziyên di navbera wan de, ku bi sedema pêngavên Tirkiyê yên ji bo gera li pey enerjyê li Rojhilata deryaya Sipî zêde bûye.