Tirkyê fermandarên partîya komonêst li Dêrsimê kuştin
Dewleta Tirkiyê îro kuştina dû Gerîlayên fermande di Partîya Komonêstên Tirk de ragihand û dest nîşan kir ku ew di lîstên reng sor û pirteqalî ên dewletê de bûn.
Wezareta navxwe a Tirkiyê îro roja dûşemî 5/10/2020an di beyaneke nivîskî de eşkere kir, li sînorê Dêrisma Bakurê Kurdistanê, arteşa Tirk dû Gerîlayên fermande ên Partîya Komonêstên Tirk hedef kirin û ragihand ku ew di lîsta daxwazkiriyên dewletê de bûn.
Dest nîşan kir, ev herdû fermandar bi navê Elî Kemal Yelmaz û kodnavê Ozgur di lîsta reng sor de bû û ew berpirsê rêxistina TÎKKO (TiKP/MiL) bû li Dêrsimê.
Hem wext yek jî bi navê Goçk Kurban û kodnavê Asmîne û ew jî berpirsa şaxa jinan a rêxistina (TKP/ML) bû.
Partîya Komonêstên Tirk ku partîyeke çep Markisî Lînînî ye û xebatên wê li Bakurê Kurdistanê hene, Partîya Karkerên Kurdistanê piştirgyê didetê.
Tê zanîn li 9 meha îlona rabûrî, arteşa Tirkiyê her li sînorê Dêrsimê dû Gerîlayên din ên rêxistna TÎKKO (TKP/ML) kuştibûn ku ew jî Erol Volkan Îldem bi kod navê Nûbar ku di lîsta reng sor a dewletê da bû û Gerîlaya din ku jin bû û navê wê Fadîme Çakir bû ew jî di lîsta dewletê a rengê gewir de daxwaz kirî bû.