Di pevçûna Qerebaxê ya di navbera Azerbaycan û Ermenîstanê de zêdebûna pevçûnê berdewam dike

Di pevçûna Qerebaxê ya di navbera Azerbaycan û Ermenîstanê de zêdebûna pevçûnê berdewam dike

Hevdem digel zêdebûna alozî û pevçûnên dinavbera Azerbaycanê û Ermenîstanê li herêma Qerebaxê, îro roja duşemî jî li navçeyên çîyayî yên Qerebaxê pevçûn berdewam bûn.

Ajansa nûçeyan a Ermenîstanê bi veguhastin ji zardevê berdevkê Wezareta Parastinê ya wî wilatî ragihand: “hêzên parastina Ermenîstanê li navçeyên çîyayî yên Qerebaxê ji bo rawestandina êrîşa hêzên Azerbaycanê bi dijwarî şer dikin”.

Sibeha roja duşemî, hêzên Azerbaycanê bi êrîşên mûşekî yên giran êrîş birin ser bajarê Stepanakertê yê navenda Qerebaxê.

Berdevkê wezareta parastina Ermenîstanê bombebarankirina erdên Azerbaycanê ji axa Ermenîstanê red kir.

Li gorî amarên fermî yên herî dawî, ji dema destpêkirina qeyranê ve heya niha hejmara miriyan gihîştiye 18 kesan û zêdetirî 200 kesan jî brîndar bûne.

Pustên heman beş