Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Seîd Xetîbzade ragihand ku wan li ser şerê Ermenistan û Azerbaycanê ya li herêma Qerebaxê, ji bo çareseriyeke aştiyane, planek amade kiriye.
Li gor nûçeya ajansa nûçeyan a Mehr, Seîd Xetîbzade li ser krîza herêma Qerebaxê ragihandiye: “Îran ji roja ku pevçûn dest pê kiriye, ji her du aliyan re jî dibêje ku ev nakokiya bi salan, bi rêya leşkerî çareser nabe. Em rêz li yekparçebûna axa Azerbaycanê û pêwîstiya vekişandina leşkeran ji bajarên dagirkirî digrin û em tekez dikin ku ji bo destpêkirina diyalogeke siyasî ya giştgîr, divê pevçûna leşkerî demildest were rawestandin.”
Seîd Xetîbzade herwiha eşkere kiriye: “Îran ji bo vê yekê, planeke berfireh amade kir û ev plan di dema hevdîtinên ligel her du aliyan û welatên herêmê de dê were pêkanîn.”
Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê derbarê hûrgiliyên planê de û li ser vê mijarê zanyariyeke din neda.