PKK e li gundê Guherzê hate bordoman kirin

PKK e li gundê Guherzê hate bordoman kirin

Balefirên ceng yên dewleta Tirkiyê îro xalên PKK ê li gundê Guherzê yê sînorê parêzgeha Dihokê hedef kirin, bordoman li çiyayê hindava gund bû.

Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî li Başûrê Kurdistanê eşkere kir, îro roja sêşemî 6/10/2020an, balefirên ceng yên dewleta Tirkiyê xalên PKK ê li hindava gundê Guherzê yê girêday navçeya Dêrelokê li devera Nihêlîya, bordoman kirin û ev bordoman li çiyayê hindava gund bû.

Dest nîşan kir, balefiran li demjimêr 11:46 nîvrojê, dû mûşek li xalên PKK ê li serê çiyayê hindava gundê Guherzê dane.

Li gor dîmenên êrîşan, domaneke mezin li ciyê ketina mûşekan li serê çiyayê gundê Guherzê xweya dibe, lê belê ti agahî li derbara ziyanên PKK ê nînin.

Tê zanîn balefirên dewleta Tirkiyê li 29 meha rabûrî di êrîşeka hewayî da, heman çiya li gundê Guherzê xistibû ber mûşekan.

Pustên heman beş