Rûsya sebaret egera serxwebûna Rojava Kurdistanê dilgirane

Rûsya sebaret egera serxwebûna Rojava Kurdistanê dilgirane

Rûsya sebaret piştevanîkirin ji kurdên Rojava Kurdistanê Amerîkayê rexne dike û tekeziyê li ser parastina yekîtîya axa Sûriyê dike.

Wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sêrgî Lavrov, ji ber wan tedbîrên li sûryê Amerîka digre ber xwe hişdariyê dide ji “teqîna” pirsgirêka Kurdan û tekez dike ku pêwîste rêgirî li pêşêlkirina yekparçeîya xaka Sûriyê were girtin.

Lavrov di daxuyaniyeke çapemeniyê de roja duşemî 5/10/2020an got: Amerîka dixwaze xweserîyekê ji bo kurdan “li Bakurê Sûriyê” dirust bike, ku desthilata wê weke desthilata dewletekî be. Lavrov her weha ragihand: “wek tê zanîn ew hewl didin Tirkan razî bikin, daku rêgirîyê li wê pêngavê nekin”.

Navbûrî berdewam kir û ragihand: leyistin bi yekîtîya xaka wilateke din, bin pê kirina eşkere ya qanûnên nav netewî ye. Di vê haletê de jî ev mijar bi tenê ya taybetmend nabe bi Sûriyê ve, belku girêdayî pirsgirêka kurdane û tê cîbicîkirin, ku dibe bi awayekî bihêz biteqe û ew rewşa niha bi hevberkirin di gel wê demê wê pirr kêmtir cidî be”.

Lavrov ragihand, pirsgirêka kurdan girêdayî hejmareke zêde ya wilatên rojhilata navîne û huşdarî da: bangewazî kirin ji bo cudaxwaziyê yan jî cîbicîkirina wê bi awayekî çalak, dibe pêşhatên pir xerab li pey xwe bîne. Pêwîste careke din amaje bi vê yekê bikîn ku van karan hemûyan dewletek encam dide ku dikeve pişt behran, lê belê wê dewletên navçeyê û Ewropa serederiyê digel pêşhatên wê bikin, her weha em jî nizîkîn ji wê axê”.

Kanalê “Rûsya Alyewm”, ku daxweyanîya lavrov veguhastiye dibêje: hêzên siyasî yên kurd mijûlî dirustkirina xweserîyekê ne li rojhilat û bakurê rojhilatê Sûriyê û Yekîneyên Parastina Gel “HPG”, ku ji bal Amerîkayê ve tên piştevanîkirin, rûbereke zêde a erdê kontrol kiriye, û desthilatdarên Sûriya yê vê xwasteka kurdan bi tundî red dikin û Tirkiya jî bi heman awa.

Rûsya çendîn caran tekez kiriye, piştevaniya danûstandinên hêzên kurdî û desthilatdarên Sûriyê dike sebaret ayîndeyê Sûriyayê, û tekez kiriye ku kurdên rojava beşekî ne qut bûyî ji gelê Sûriyê ne.

Pustên heman beş