Hêzên Ewlehiyê yên Iraqê îro kesek desteser kir ku berê li parêzgeha Kerkûkê, xwe weke “Muftiyê DAIŞê” dabû nasîn.
Ajansa Îstixbaratê ya Federala Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand: “Îstixbarata Polîsê Federal a ser bi Wezareta Navxwe, di kemînekê de tohmetbarek desteser kir ku yek ji berpirsên rêxistina DAIŞê ye li Kerkûkê û muftiyê çekdarên vê rêxistinê bû.”
Di daxuyaniyê de hatiye destnîşankirin: “Ev tohmetbar li gor hukmên madeya çar a terorê hatiye desteserkirin. Berê weke muftiyê komên çekdar ên DAIŞê kar kiriye û di lêpirsîna destpêkê de îtiraf kiriye ku endamê rêxistina DAIŞê ye.”
Herwiha hatiye eşkerekirin: “Malbata vî desteserkirî jî ser bi DAIŞê ye û du bira û pismamekî wî di rêzên DAIŞê de ne û xwişkeke wî jî hevjîna yek ji emîrên DAIŞê ye li Kerkûkê.”