Çavuşoglu: Divê Rûsya binpêkirinên Ermenistanê rawestîne

Çavuşoglu: Divê Rûsya binpêkirinên Ermenistanê rawestîne

Wezîrê Derve yê Tirkiyê ji Wezîrê Derve yê Rûsyayê dixwaze, hişyariyê bide Ermenistanê, ji ber ku agirbestê binpê dike.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu û Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov, li ser aloziyan navbera Azerbaycan û Ermenistanê pêwendiyeke telefonê encam dan.

Li gor çavkaniyên dîplomasîyê, Çavuşoglu ji hevpostê xwe Lavrov xwestiye, derbarî pabendbûna agirbestê de hişyariyê bide Ermenistanê.

Bi navbeynkariya Rûsyayê, Azerbaycan û Ermenistan li ser agirbestekê herêma Qerebaxê li hev kirin. Agirbest duhî demjimêr 12:00ê ket warê cîbicîkirinê.

Bi gotina Tirkiyê, hêzên Ermenistanê bi mûşekan bajarê Gence yê Azerbaycanê kirine armanc û 9 sivîlan canê xwe ji dest dane.

Pustên heman beş