Îsraîlê dijayetiya xwe ji bo Amerîkayê diyar kir

Îsraîlê dijayetiya xwe ji bo Amerîkayê diyar kir

Wezîrê îstixbarata Îsraîlê Êlî Kohen diyar kir ku welatê wî li dijî her peymaneka îhtîmalî ye ku Amerîka digel Qeterê îmza bike li ser hinardekirina balafirên şerên F-35 bo wilatê Qeterê.

Royterzê bi veguhastin ji wezîrê îstixbarata Îsraîlê Kohen got: “hêjan jî pêdivîye ku li rojhilata navîn serdestiya leşkerî di destên Îsraîlê de be.”

Di daxuyaniya Kohen de ku li radiyo ya leşkirî ya Îsraîlê de hat parvekirin got:” ewlehî û serweriya meya leşkerî li herêmê ji me re pir girînge, rojhilata navîn hîna jî rêyek dirêj heye ku bibe Suyîsre.”

Balafirên F-16 ku ji hêla Amerîkayê ve hatîne çêkirin yek ji balafirên leşkerî yên herî pêşketî ye li cîhanê, ev balafirên cengî dikarin bi leza pêtir ji leza dengî bifirn.

Pustên heman beş