Çavkaniyên herêmî yên li parêzgeha Uruzgana Efxanistanê roja duşemê (12ê çirî) ji medyaya herêmî re piştrast kirin ku 16 endamên Talîbanê di pevçûnên di navbera leşkerên Efxanistanê û Talîban da hatine kuştin.
Pevçûn piştî ku çekdarên Talîbanê êrîş birin ser nuqteyên ewlehiyê yên li devera Dehrawda Uruzgan, û pênc leşkerên Efxanî kuştî çêbûn.
Di pevçûnan de deh Talîban jî brîndar bûn.
Di vê navberê de, Cîlanî Ferhad, berdevkê parêzgarê Herat, ji rojnameya Ettelaat-e-Roz re got ku şervanên Taliban êrîşek li ser gundên nêzîkê navçeya Kerx pêkanî lê belê rastî paşvebirinê hatin.
Li gorî Ferhad, heya niha di pevçûnên digel hêzên hikûmetê de heşt Talîban hatine kuştin û neh kes jî birîndar bûne, û pevçûn hîn jî berdewamin.